Rejîma Sûriyê êrîsî ‘herêma bê çek’ kir: Ji malbatekê 5 kes hatin kustin

Rejîma Sûriyê êrîsî ‘herêma bê çek’ kir: Ji malbatekê 5 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê bajarê Qestûn ê parêzgeha Hemayê ya li herêma bê çek topbaran kir û di encamê de zarok jî di nav de 5 kes ji malbatekê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva borê bajaroka Qestûn  a herêma Seil El-Xab a bakur-Rojavayê parêzgeha Hemayê ku di nav herêma “Bê Çek” a Erdogan- Pûtin de ye, ji aliyê hêzên rejîmê ve bi dijwarî hat topbaran kirin.

SOHRê eşkere kir ku di encama topbaranê de piraniya wan zarok 5 kesan ji heman malbatê can daye û hejmarek zarok jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin