PDK di demeke nêzîk de vedigere bargehên xwe yên Mexmûr û Sergeranê

PDK di demeke nêzîk de vedigere bargehên xwe yên Mexmûr û Sergeranê

PeyamaKurd - Berpirsê Liqa 23 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kirmanc Ebdullah ragihand: “Me baregeha xwe wergirtiye û di demeke nêz de PDK vedigere Mexmûrê.”

Kirmanc Ebdullah daye xuyakirin: “Ji bilî ku PDK baregehên xwe yên li Mexmûrê vedike, di heman demê de baregehên xwe yên li nehiya Sergeranê jî vedike, ku niha bi nûjenkirina baregehan ve mijûl in.”

Ebdullah eşkere kir: “Wisa biryar e ku di demeke nêz de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) baregehên xwe yên li Mexmûr û nahiya Sergeran, piştî karên nûjenkirina wan temam bibin, bi rêya merasîm û ahengên taybet veke.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin