PeyamaKurd – Leşkerên dewleta Tirkiyê, li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, 2 ciwanên ji Kobanî birîndar kirin.
Navên ciwanên ku bi giranî hatin êşkencekirin wiha ne, Mistefa Ehmed Umer ê 26 salî û Şiyar Mihemed Elî yên ji gundê Mînasê yê Kobanî.
Her du ciwan, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Emel a Kobanî.
Ciwanan diyar kirin, leşkerên Tirk li ser sînorê nêzî taxa Kanya Kurdan bi kevir û kêran êrîşî wan kirin û ew birîndar kirin.
Di kêmî deh rojan de ev cara duyemîn e ku ciwan li ser sînor ji aliyê cendermeyên Tirk ve têne êşkencekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin