PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, 827 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 19 kes jî ji ber can dan.
Îro roja Sêşemê 14.08.2021ê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û de diyar kir, di heyama 24 saetên dawîn de, 827 berketiyên nû yên Koronayê hatine destnîşankirin û 19 kes jî bi Koronayê mirine û 2.010 berketiyên Koronayê jî baş bûne.
Herwiha heta niha li serzanserî Herêma Kurdsitanê, 264 hezar û 802 kes bi Koronayê ketine û 213 hezar û 510 berketî baş bûne û 46 hezar û 253 kes di bin tedawiyê de ne û 5 hezar û 39 kes jî bi Koronayê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin