PeyamaKurd – Yek ji rêvebirên bergiriya Amerîkayê ku ne xwestiye navê wî bê aşkerakirin, bo ajansa Associated Press (AP) ê gotiye ku fermandarê hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) general Frank McKenzie di 15 ê mehê de li Doha payîtexta Qatarê bi rêvebirên Talîbanê re hevdîtinekî rû bi rû kiriye û gotiye dest nedin operasyona tehliyê ya Amerîkayê ya li Kabîlê.
Heman rêvebir di mijara tehliyê de, bo mudaxele nêkirin, li ser ‘mekanizma bê şer û pevçûn’ lihev kirine. McKenzie bo lîderên Talîbanê gotiye ku êrîşekî here ser leşkerên Amerîkayê wê bersiva wan bidin. General her weha ragihandiye ku dê balafirgeha Kabîlê bê parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin