Pentagon: Em ji bo Kabulê bi serbazên Tirkiyê û hevpeymaniyê re kar dikin

Pentagon: Em ji bo Kabulê bi serbazên Tirkiyê û hevpeymaniyê re kar dikin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby, di derbarê bûyerên balafirên li Afganistanê axivî û da zanîn, Amerîka bi serbazên Tirkiyê û hevpeymanên navdewletî re hewl dide qerebalixiya balafirxaneya Kabulê ji nav bibe.

Berdevkê Pentagon yê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby bi daxuyaniyekê destnîşan kir: “Hêzên Amerîkayê, bi armanca ji nû ve destpêkirina çûnûhatina balafirên veguhestinê û belavkirina qerebalixa balafirxaneyê bi serbazên Tirkiyê û hêzên hevpeymanên navdewletî re kar dike.”

Kirby di konfranseke çapemeniyê de destnîşan kir, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin hejmara leşkerên parastina veguhestinê dikin dê derxe 6 hezaran û rê daye ku tabûreke din a leşkerî li Kabulê bê bicihkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin