Wan | 78 koçber hatin desteserkirin

Wan | 78 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd Li navçeya Rêya Armûşê ya ser bi Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, 78 koçber hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariya Wanê, ev demek e wan li dijî qaçaxiya koçberan dest bi operasyonan kirine.

Rêveberiya Ewlekariyê diyar kiriye, tîmên wan di çarçoveya wan operasyonan de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, li ser gumanê di maleke 4 qat de dest bi lêgerînan kirine û di encamê de,  li qatên 3yem û 4em yên wê malê 78 koçber desteser kirine.

Li gor agahiyan, ew penaber birine Navenda Vegerandinê ya Îderaya Koçberan a Parêzgehê û du kes jî bi gumana rêkxistina qaçaxiya koçberan hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin