Rejîma Esed bang li Swîsreyê kir destûra ‘Nûnertiya Rêveberiya Xweser’ betal bike!

Rejîma Esed bang li Swîsreyê kir destûra ‘Nûnertiya Rêveberiya Xweser’ betal bike!

PeyamaKurd – Rêveberiya rejîma Esed a Sûriyê bang li rayedarên Swîsreyê kir ku biryara destûra vekirina nûnertiya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ji nû ve binirxînin û got, ew li dijî yasa û belgeyên navdewletî ye.

Wezareta Derve ya Sûriyê bi nivîseke fermî ji Wezareta Derve ya Federal a Konfederasyona Swîsreyê re got, vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsre, yasa û belgeyên navdewletî binpê dike.

Herwiha got jî: “Vekirina nûnertiyê li dijî perensîpên rêzgertina li serwerî û serxwebûna welatekî din û destêwerdana di karûbarên wî de ye.”

Wezareta Derve ya Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî “statuyeke neyasayî, çekên neyasayî li dijî dewleta Sûriyê û sivîlan li deverên ku ew kontrol dike bi kar tîne û li dijî yasayên niştimanî yên Sûrî û îradeya gel û hikûmeta wê kar dike” bi nav kir.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê roja 9ê Tebaxê ragihandibû, wan nûnertiya xwe ya Swîsreyê bi fermî vekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin