PeyamaKurd - Baregayê Barzanî ji ber koça dawî ya endama rêveberiya PDKê ya berê Zekiye Îsmaîl bi peyamekî serxweşî li malbat û merivên wê kir.
Peyama Baregeha Barzanî:
Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban
Bi xemekî mezin ve duh 23.08.2021ê li Amerîkayê endama rêveberiya berê ya PDKê û sekretera bere ya Yekitiya Afretên (Jinên) Kurdistanê Zekiye Îsmaîl koça dawî kir.
Zekiye Îsmaîl Heqî yek ji wan jinên xwedî rola berçav bû di karê rêxistin kirina jinan de û di nav rêzên Yekitiya Afretên Kurdistanê de xizmetekî zêde kiriye.
Ji ber vê boneya bi xemgîn, em serxweşiyyê li malbata birêz û temamê dost û merivên xwedajêrazî dikin û em xwe şirîkê xema we dizanin.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê wê bibexşe û Zekiye Îsmaîl bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.
Ana lle û ana Alye raciun
Baregayê Barzanî
24.08.2021
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin