PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji ber koça dawî ya mezinê malbata Barzaniyan Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî peyamek sersaxiyê weşandin.
Hatîmogûllari û Bakirhan ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hemû gelê Herêma Kurdistanê re sersaxî û sebir xwestin.
Di peyamê de bal hat kişandin ser rola hêja ya malbata Barzaniyan di dîroka Kurdan de û hate destnîşankirin ku Şêx Ebdulwehîd mîrateke mezin li pey xwe hiştiye.
Her wiha di peyamê de hate gotin, "Ev ne tenê êşa malbatekê ye, êşa me hemûyan e," û daxwaza rehma Xwedê ji bo rehmetî hate kirin.