Serokê Bijîşkên Kurd sersaxî da malbata Barzanî

 Serokê Bijîşkên Kurd sersaxî da malbata Barzanî

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Zanistî ya Kongra Bijîşkên Kurd/Kurdistan Prof. Dr. Husên Bektaş bi rêya peyamekê sersaxî da Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Bektaş ji ber koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî sersaxiyeke germ pêşkêşî malbata Barzanî kir.

Prof. Dr. Husên Bektaş di peyama xwe de ji bo Xwedêjêrazî daxwaza rehmetê kir û ji malbata Barzanî û hemû kesên ku wî nas dikirin re sebir û aramî xwest.