PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber mirina du leşkerên Amerîkî û Brîtanî ku di dema rênmayî û mîsyoneke perwerdeyê de li Hewlêrê canê xwe ji dest dabûn, peyameke sersaxiyê ya fermî weşand.
Barzanî di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê tora civakî parve kir de wiha got:
"Ez sersaxiyên xwe yên herî kûr pêşkêşî artêşên Amerîka û Brîtanyayê dikim ji bo koça dawî ya du endamên xizmetguzar ên Amerîkî û Brîtanî ku di dema mîsyoneke perwerdeyê de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan. Di vê dema dijwar de bîr û daxwazên min ligel malbat û kesûkarên wan in."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bal kişand ser rola her du welatan a li herêmê û giringiya peywendiyan tekez kir: "Em nirxekî pir bilind didin piştgirî û hewldanên berdewam ên Amerîka û Brîtanyayê yên ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê."