PeyamaKurd - Rayedarên bilind ên dewleta Qeterê bi boneya koçkirina kesayetiya navdar a malbata Barzanî, Evdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî peyamên sersaxiyê ji serkirdayetiya Kurdistanê re şandin.
Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed El Sanî, Cîgirê Emîr Şêx Ebdullah bîn Hamed El Sanî û Serokwezîr û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bîn Ebdulrehman El Sanî bi peyamên cuda sersaxî dan Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî.
Di peyamên sersaxiyê de hestên sersaxî û hevsoziyê hatin nîşandan û ji Xwedayê Mezin re hat xwestin ku rehmê li xwedêjêrazî bike û sebir û aramiyê bide malbatê.
Serok Mesûd Barzanî di 4ê Îlona 2026an de koçbarkirina Evdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihandibû û di 6ê Îlonê de li Barzan merasîma oxirkirinê û sersaxiyê hatibû sazkirin.