4emîn Pêsangeha Navdewletî ya Perwerdehiyê ya EDEXê îro tê lidarxistin

4emîn Pêsangeha Navdewletî ya Perwerdehiyê ya EDEXê îro tê lidarxistin

PeyamaKurd –  Di bin çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, îro Çarşemê di 25ê Tebaxê de, li hola pêşangehê ya Hotel Sheraton a li bajarê Hewlêrê, 4emîn Pêşangeha Navdewletî ya Perwerdehiyê ya EDEXê tê lidarxistin.

EDEX pêşangeha herî mezin a perwerdehiyê ye û her sal gelek zanîngeh û saziyên perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê û Iraq û cîhanê tîne cem hev.

Salên borî zêdetirî 40 hezar kes serdana pêşangeha EDEXê kirin û îsal jî nêzîkî 10 navendên perwerdehiyê yên li navxwe û derve dê beşdar bibin û pêşangeh dê du rojan berdewam be.

EDEX 2021 pêşangeha herî mezin a perwerdehiyê ye li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku her sal di 25ê Tebaxê de li pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê ya li Parka Samî Ebdurehman birêve diçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin