PeyamaKurd – Li Dêrezorê di encama operasyona Yekîneyên Antî Teror a HSDê ya li gundewarê Dêrazorê, 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê û Çepemeniya ya HSDê diyar kir, li bajarokê Zîban ê Dêrazorê bi destekdayîna hêzên esîmanî ên Koalîsyona Navneteweyî operisyonek li darxistin.
Di oparisyonê de, 2 çekdarên şaneyên DAIŞê hatin girtin.
Herwiha alav, belge û çekên bi her du çeteyan re hatin desteserkirin.
Navendê destnîşan kir, her du çekdar êrîşên li ser sivîl, nuqteyên leşkerî û tevgera çekdarên DAIŞê li herêmê hêsan dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin