Parlamenterên Brîtanyayê bang li Hikûmetê kirin

Parlamenterên Brîtanyayê bang li Hikûmetê kirin

PeyamaKurd – Parlamenterên Brîtanyayê, ji bo binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî Kurdan û pênasekirina PKKê, bang li Hikûmeta Brîtanyayê kirin û diyar kirin, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re “ji nû ve binirxîne”.

Koma bi navê Koma Parlamentoyê ya Hemû Partiyan (APPG) li ser Kurdistana Tirkiye û Sûriyê, di rapora ku Meclîsa Gel a Kurd de parve kir, bang li Wesministerê dike ku "têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re yên di derbarê Kurdan de û bi taybetî di lîsteya xwe ya ku niha PKK tê de di nav rêxistinên terorê de ye, ji nû ve binirxîne."

Rapor balê dikişîne ser "zordestî, krîmînalîzekirin, komkujî û cezakirina giştî a li dijî civata Kurd û tevgera siyasî ya li Tirkiyeyê" û ji hukûmeta Brîtanyayê daxwaz dike ku pêşeroja Kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê bifikire.

Serokê APG Llyold Russel-Moyle destnîşan dike: “PKK bi fermana Hikûmeta Tirkiyeyê, bêyî kontrol û garantiyên din di lîsteya rêxistinên terorê de ye. Sîstema lîstekirina rêxistinên terorîst kevnar e.”

Operasyonên Enqerê yên li Herêma Kurdistanê dibe sedema kuştin, birîndarkirina sivîlan û herwiha sivîl neçar dimînin ku ji gundên xwe derkevin.

Rapora Koma parlamenterên navpartiyan ya Brîtanyayê herwiha balê dikişîne ser reftara Tirkiyê li hember partiyên opozîsyonê, ango Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). HDP bi sûcê ku baskê siyasî yê PKKê ye tawanbar dike, bi salan e ku di bin zextê de ye, ku HDP wê red dike. Endamên desthilatdar ên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) bi tund daxwaza girtina HDPê dikin.

Russell-Moyle dide zanîn: “Bi sedan çalakvan, rojnamevan, parlamenter û şaredarên Kurd hatin girtin. Girtina çalakvan û rojnamegeran bi taybetî di derbarê şiyana Tirkiyê bi parastina azadiya derbirrînê de têkildar e."

Di raporê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ku di demên dawî de zêde bûne jî hatin nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin