Iraq | Sedir biryara xwe guhert: Em ê besdarî hilbijartinan bibin!

Iraq | Sedir biryara xwe guhert: Em ê besdarî hilbijartinan bibin!

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê, Muqteda es-Sedir ku biryara boykotkirina hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmehê dabû, îro bi daxuyaniyeke rojnamevanî helwesta xwe ya dawî bo hilbijartinan eşkere kir.

Rêberê Tevgera Sedir ji biryara boykotê vegeriya û ragihand, ew dê beşdarî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê yên parlamentoya Iraqê bibin.

Sedir diyar kir, “Hinek aliyan îdia dikirin ku em ê li beşdarbûna hilbijartinan venegerin. Dixwazim bêjim ku em ê beşdarî hilbijartinan bibin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî biryara boykotê ya Sedir nîqaşên li ser bipaşxistina hilbijartinên Iraqê ev demek e dest pê kirine ku Tevgera Sedir xwedî kutleyeke mezin e li Iraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin