PeyamaKurd – Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku Talîban bang li temamê xebatkarên jin yên tendursitiyê dike da dagerin ser karên xwe. Mucahîd di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku li ser dewama karê jinan ti pirsgirêk tineye û weha got:
“Wezareta tendurisitiyê wê li temamê bajaran û payîtextê bo xebatkarên jin karê xwe dewam bikin, wan agahdar dike.”
Berdevk Mucahîd berê jî gotibû heya li seranserê welat asayiş bê temînkirin divê jin ji malên xwe derneyên û gotibû ev halê ha demkiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin