PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê ragihandin ku ji 14ê Tebaxa 2021ê ve tehlîyekirina welatiyan ji ser Balafirgeha Kabûl a Afganistanê berdewam dike.
Koşka Spî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji 14ê Tebaxê heta niha, 116 hezar û 700 kes ji Kabûlê hatine tehlîyekirin.
Li gorî daxuyaniyê di nav 24 saetên dawî de, bi 26 firînan zêdetirî 1200 kesên din bi balafirên Amerîkayê û bi 2 firînên balafirên hevpeymaniyê jî 500 kesên din ji Afganistanê hatine derxistin.
Hat eşkerekirin hejmara kesên ji 14ê Tebaxê ve hatine derxistin gihîştiye 116 hezar û 700 kesan ku ji dawiya Tîrmehê ve jî bi giştî hejmar bûye 122 hezar û 300 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin