PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundekî sînorê parêzgeha Kerkûkê bi dehan pez û sewalên hemwelatiyan telef kirin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ragihandiye ku îro Sêşemê danê sibehê hejmarek çekdarên DAIŞê avêtine ser gundê Dukmaş ê bajarokê Daqûqê û malên xelkê û sewalên wan gulebaran kirine.
Amir Nûrî daye zanîn ku çekdarên DAIŞê gule bi ser pez û sewalên gundiyan de barandin û piştre jî reviyan.
Berdevkê polîsê Kerkûkê daye xuyakirin, çekdarên DAIŞê ji bilî telefkirina sewalên gundiyan, otomobîl û terektorên xelkê gund jî şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin