PeyamaKurd – Koordînatorê têkiliyên mirovî yên Afxanistanê yê NY Ramîz Alkeberov ragihand ku ji bo alîkariya mirovî bidin Afxanistanê ji Talîbanê îzin xwestine. Li ser mijarê koordînator Alekberov weha got:
“Hevdîtinên me yên ji bo alîkariya mirovî, bo alavên alîkariyê bên teslîmkirin, dewam dikin. Ji bo teslîmat di ser balafirgeha Kabîlê de bên kirin, me seredana fermî kir. Ez nizanim Talîban kengê îznê dide. Seferên ji bo Kabîlê bên kirin, ne tenê ji aliyê xebatkaran de lê berya her tiştî ji aliyê xida û dermanan de ye û girîng e.
Daxwaza me ya ku em weka mirovî xwe bigihînin balafigehê dewam dike û em hevdîtinan dikin. Em hêvî dikin ji bo xida û malzemeyên din, karibin bigihînin balafirgehê, di wexteka kurt de balafirgeh bixebite. Niha derfeta me tine ku em van karan bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin