Kurdistan | 14 wefat û 1871 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Kurdistan | 14 wefat û 1871 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1871 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1871 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 539 kes li Hewlêrê, 738 kes li Silêmaniyê, 463 kes li Duhokê, 55 kes li Helebceyê, 44 kes li Gemriyanê û 32 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2222 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 512 kes li Hewlêrê, 965 kes li Silêmaniyê, 584 kes li Duhokê, 52 kes li Helebceyê, 75 kes li Germiyanê û 34 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan bi giştî gihîşt 297487 kesan, ya mirinan bû 5419 kes û heta niha 254941 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin