Di helîkoptera Amerîkayê ya ket de 5 kes can dan

Di helîkoptera Amerîkayê ya ket de 5 kes can dan

PeyamaKurd – Piştî helîkoptera Amerîkayê ya tîpa MH-60S ê ket, Fîloya Pasîfîkê ya hêzên deyayê ya Amerîkayê ragihand ku dawî li xebata lêgerîn û rizgarkirinê anîne û di encamê de 5 muretebat jiyana xwe ji dest dane.

Helîkopter di 1 ê êlûnê de li nêzê California Başûr ketibû okyanûsê. Li ser qezayê lêgerîn û rizgarkirina kesên di qezayê de digeriyan lê îro dawî li xebata xwe anîn. 5 kes jiyana xwe dane û bi egera siyaseta artêşê navê kesên can dane bi dizî dihêlin û fermandariya hêzê weha got:

"Fikr û diayên me ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, bi dost û hevalên wan re ye.”

Di qeza helîkopterê de tenê yek kes hatibû rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin