PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê serdana Bexdayê bike û ligel berpirsên Iraqê bicive.
Ofîsa Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî eşkere kir, ew ligel Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Ali Riza Guney civiya ye û wan di civînê de rûdanên siyasî û emnî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên Enqerê û Bexdayê hatiye kirin.
Hat gotin ku Qasm Erecî di civînê de bi pêwîstî zaniye ku Tirkiye rewşa bêaviya Iraqê fam bike û beşa ava Iraqê ji çemên Dîcle û Firatê berde.
Balyozê Tirkiyê Alî Riza Guney di hevdîtinê de eşkere kiriye Recep Tayyip Erdogan bi niyaze serdana Iraqê bike, lê belê dema serdanê nehatiye eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin