PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Îlonê roja Yekşemê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Urdinê Abdulmunim El- Odat kir û ragihand, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê dîrokî, dostane û mînakî ne.
Piştî hevdîtina Serok Barzanî û El Odat malpera fermî ya Serok Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand, “Roja yekşem 05.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Abdulmunim Elodat Serokê Parlemena Şahnişîna Urdinê û şandeke li gel kir ku ji Dr Munteser El'eqle Balyozê Şahnişîna Urdinê li Iraqê û hejmarek Parlementerê Parlemena Şahnişîna Urdinê pêk hatibûn.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, di hevdîtinê de Serokê Parlemena Urdinê silavên Şah Abdullahê Paşayê Urdinê bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe û welatê xwe ji bo xebat û keda Serok Barzanî û her wiha qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurdistanê li şerê terorê ragihand û tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê eweye ku aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikeve û peywendiyên her du aliyan li ser bingeha dostayetî û berjewendiya hevbeş û aramiya Iraqê berfirehtir bibin. Li dirêjahiya vê civînê de şanda Parlemena Urdinê ewe xisterû ku gelê Urdinê sozeke taybetî ji bo gelê Kurdistanê heye û li êş û doza gelê Kurdistanê bi başî têdigihin.
Serok Barzanî pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê bi dîrokî û dostane û mînakî wesif kir.

Herwiha ji bilî balkişandina rola Şah Abdullah li binyatnana aramî û pêşketin û kûrtirkirina dostayetiya di navbera her du alî pêzanînên xwe ji bo helwesta Paşayê Urdinê ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê ya li şerê terorîstên DAIŞê de hebû.
Gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û berdewamiya gefa terorê li ser aramiya navçeyê mijareke dinê vê civînê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin