Futbolîzê Fransî pistî 39 salên komayê jiyana xwe ji dest da

Futbolîzê Fransî pistî 39 salên komayê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Futbolîzê Fransî Jean-Pierre Adams ku 39 salên wî di komayê de derbas bûn, îro 6ê Îlona 2021ê jiyana xwe ji dest da.

Jean-Pierre Adams lîstikvanê futbolê yê tîmên Nimes, Nice û Paris Saint Germain (PSG) ên Fransayê bû û sala 1982yan neştergeriyeke li ser çoka wî hat kirin, lê ew roja ku neştergerî pêk hat, pizîşk di grevê de bûn û tenê yek pizîşk mabû û wê jî 8 neştergerî li ser hev kiribûn û gelek westiyabû, lewma ji ber xeletiyekê Jean-Pierre Adams piştî neştergeriyê careke din nehat ser hişê xwe.

Jean-Pierre Adams ku bergirîvan bû û 39 salan di komayê de mabû hest bi ti tiştekî nedikir. Adems îro di 73 saliya xwe de koça dawî kir û tîmên Nice, PSG û Nimesê jî peyamên serxweşiyê belav kirin û sersaxî dan malbata wî.

Dema ku Adams ji bo neştergeriyê çûbû nexweşxaneyê, temenê wî 34 sal bû, pizîşka neştegeriyê jî bi xeletî zêde aneztezî (penc) da wî ku bû sedema gihîştina ziyanê bi mejiyê wî û êdî nehat ser hişê xwe.

Ji wê roja ket komayê ve, Bernadette ya hevjîna wî li malê li Adams dinêrî û xizmeta wî dikir û bi dirêjiya 39 salan ti terkexemî bo wî nekir.

Bernadette sala 2007an derbarê rewşa Adams de gotibû, “Bêhn dike, guhdariya gotinên me dike, dema dengê kuçikekê dibihîse hest pê dike, lê nikare bibîne.”

Jean-Pierre Adams ku li Dakara paytexta Senegalê jidayîk bûbû, paşê hemwelatîbûna Fransayê wergirtibû û salên 70yî di 22 lîstikên navdewletî de wek futbolîzê tîma niştimanî ya Fransayê lîstibû.

Ji 1970 heta 1973yan 23 caran ji bo tîma Nimes lîstiye û ji 1977an heta 1979an furtbolîzê tîma PSG bû û piştî wê jî derbasî tîma Nice bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin