'Serdana sanda bilind a YEyê pistgirîyeke girîng a siyasî ye ji bo Kurdistanê'

'Serdana sanda bilind a YEyê pistgirîyeke girîng a siyasî ye ji bo Kurdistanê'

PeyamaKurd – Şandeke bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya bi serokatiya Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa YEyê Josep Borell serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên bilind ê Herêma Kurdistanê re dicive.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li YEyê Dîlawer Ajgeyî li ser serdana şanda YEyê ya di asta bilind de diyar kir: “Şand  nûnertiya 27 welatê YEyê dike û wê ligel berpirsên bilind ê Herêma Kurdistanê bicive. Hatina wê şandê nîşaneya wê yekê ye YEyê girîngiyê dide pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Ajgeyî ji BasNewsê re gotiye, YE dixwaze derbarê hilbijartinên Iraq û rewşa siyasî û aborî li herêmê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive û tekez kiriye ku serdana şanda YEyê û şandên din jî girîngiya jeopolotîk, siyasî û emnî ya Herêma Kurdistanê diselimîne.

Ajgeyî ragihandiye serdana şanda YEyê dibe piştgiriyeke girîng a siyasî ji bo Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê jî dibe navendeke karîger a navdewletî li herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin