PeyamaKurd - Reuters û AP wêneyên tetbîqata Amerîka û Kibrisê bi hev re li ser medya dinyayê belav kirin lê medya Tirkiyê xwe gelkî aciz kir ku çawa Amerîka bi Kibrisa Rûma re tetbîqatê dike an bi dijminê Tirka re!
Li ser tetbîqatê, wêneyên piyadeyên deryayê yên Amerîkayê ji aliyê medya Rûman de, di manşetê de hat belavkirin. Amerîka berê ambargoya sîlihan ya ser Kibrisa Rûman rakir û paşî bi wan re tetbîqatê kir.
Wezîrê bergiriyê yê Kibrisa Rûman Charalambos Petrides û sefîrê Amerîkayê Judith Gail Garber tetbîqatê bi hevre şopandin. Petridest weha got:
“Divê em ji bo tehdîda rewşa lezgîn amade bin. Armanca me kûrkirina têkiliyan ya bi Amerîkayê re ye.”
Artêşa Yûnan her weha wêneyên tetbîqatê belav kir ku tê de Îsraîl, Amerîka, Kibris, Fransa, Îmarat, Îspanya, Kanada û Sirbistan jî hene. Balafirên wan 2 hezar car bi hewa ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin