PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn, bi sedema ku çend kesên derdora wî bi vîrusa korona ketine ketiye karantîneyê.
Koşka Kremlîn a Rûsyayê ragihand ku Pûtîn di pêwendiya telefonî ya ligel Serokê Tacikistanê Îmamalî Rahman de jê re gotiye, ji ber li derdora wî haletên covid-19 hatine tespîtkirin ew dê heta demekê di karantînayê de bimîne.
Medya rûsî ragihandiye ku wê Pûtîn bi awayekî online bi rêya vîdyokonferansê beşdarê civîna Şangay a Rêxistina Hevkariyê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin