Nêçîrvan Barzanî bi Koma Parlamenterên Dostayetiya Kurdistanê re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Koma Parlamenterên Dostayetiya Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Londonê bi Koma Parlamenterên Brîtanya ji bo Dostayetiya Kurdistanê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, di civîneke vekirî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qala rewş û pêşhatên niha yên Herêma Kurdistan û Iraqê û navçeyê kir û nêrîna xwe û Herêma Kurdistanê ji bo çawaniya çareserkirina pirsgirêkan û hewl û gavên ji bo parastina aramî û asayîşa navçeyê eşkere kir.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê dê bi berdewamî faktorê aramî û asayîşê bimîne û amade ye hemû pirsgirêkan li gel hikûmeta fedral a Iraqê bi diyalogê û li ser bingeha Destûrê çareser bike.”

Serok Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de, Koma Parlamenterên Brîtanya ji bo Dostayetiya Kurdistan û Hikûmeta Brîtanyayê ji ber piştevaniya wan ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin, Koma Parlamenterên Brîtanya ji bo Dostayetiya Kurdistanê jî, kêfxweşiya xwe bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê nîşan da, herwiha tekezî li ser “berdewamiya hewldan û karkirin û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê” kir û hêviya serkeftinê ji Herêma Kurdistanê re xwest.

Rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên hevbeş, mijarên din ên gotûbêja Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re li gel Koma Parlamenterên Brîtanya ji bo Dostayetiya Kurdistanê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin