PeyamaKurd – Li Hewlêrê 2 karkerên jin ên ji Sûriyê, di encama şewatekê de can dan.
Vê sibehê agir bi garaj û odeya razana karkeran a mêvanxaneya Ferîd a li ser cadeya 30 metre ya bajarê Hewlêrê, ku yek ji mêvanxaneyên kevn ên Hewlêrê ye ket.
Xwediyê mêvanxaneyê daye zanîn; dema şewat derket, wan her du jinên ku can dan, nekarîne ji odeyê derkevin.
Herwiha destnîşan kir; ji ber ku roja înê bazara millî li nêzîkî mêvanxaneyê tê danîn û mêvanxane nêzîkî qada firotina bisîkletan e, tîmên agirkuj nekarîne zû xwe bigihînin cihê bûyerê.
Xwediyê mêvanxaneyê eşkere kiriye; eger tîmên agirkuj zû bigihiştana cihê bûyerê, wan her du jinan can nedidan û dibe ku bihatana rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin