Hengaw: Li Rojhilat di 8 mehan de 29 jin hatine kustin

Hengaw: Li Rojhilat di 8 mehan de 29 jin hatine kustin

 PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê di nav 8 mehên borî de herî kêm 29 jin hatine kuştin.

Malpera dezgeha Mafên Mirovan Hengawê ragihand, ji destpêka îsal heta niha herî kêm 29 jin li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sebebên cuda hatine kuştin.

Hendawê diyar kiriye, 10 kes ji wan jinan li parêzgeha Kirmaşanê hatine kuştin, 9 kes li parêzgeha Sine, 6 li parêzgeha Îlamê û 4 kes jî li parêzgeha Ûrmiyê hatine kuştin.

Li ser sebebên kuştina wan jinan jî hat gotin, herî kêm 5 jin li ser “parastina namûsê” ji aliyê hevjîn û malbatên xwe ve hatine kuştin û piraniya yên din jî “ji ber pirsgirêkên nav malbatê” hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin