PeyamaKurd – Hêzên cendirme û ewlekariya peravan, li parêzgeha Wanê, di nav kelekekê de 60 koçber desteser kirin.
Şeva din, li bajarokê Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di nav Gola Wanê de, 60 koçber hatin desteserkirin.
Fermandariya Cendirmeyan a Wanê diyar kir, şeva din 60 koçberên Afgan di nav kelekekê de hatine desteserkirin.
Li gor Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Wanê, koçberên desteserkirî piştî bidawîbûna karûbarên yasayî, radestî saziyên pêwendîdar hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin