UNAMIyê bi dirusmên Kurdî û Erebî banga çûna ser sindoqên dengdanê kir!

UNAMIyê bi dirusmên Kurdî û Erebî banga çûna ser sindoqên dengdanê kir!

PeyamaKurd – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) ji bo beşdariya hilbijartinan a welatiyan bi nivîsandina dirûşmên Kurdî û Erebî li kolanên Bexdayê piştevanîya xwe diyar kir.

Xebatkarên UNAMIyê ji bo xelk beşdarî hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmehê yên Parlamentoya Iraqê bibin dirûşmên Kurdî û Erebî li ser dîwaran nivîsandin û behsa girîngiya dengdanê kirin.

UNAMIyê li ser Twitterê bi heştaga #Vote4Iraq çend wêneyên nivîsandina wan dirûşman belav kir û daxwaz kir xelk biçe ser sindoqên dengdanê.

Dirûşmekê de hatiye gotin, “Pêdiviya dahatuya welat bi dengê te heye”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin