PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyn got ku hebûna IŞİD ê û rêxistinên din yên terorê li Sûriyê, ji bo îstîqrara Iraqê tehdîde. Fûad Huseyn ji bo tevlîbûna civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî bibe, li New Yorkê ye û li wê derê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê bi Faysal Miqdad re civiya. Di hevdîtina bi Miqdad re Huseyin got ku hebûna IŞİD ê û rêxistinên din yên terorîst li Sûriyê ji bo îstîqrara Iraqê tehdîde.
Huseyn got ku divê di têkoşîna li dijî terorê de Bexda û Şam di nav koordînasyonê de bin û ji ber li ser axa Sûriyê gelek rêxistinên terorîst hene, li Sûriyê îstîqrar tineye û ew ciyên ku IŞİD lê ne, ji bo Iraqê tehdîdin.
Huseyn ragihand ku Sûriye ji bo Iraqê girînge û ji bo Sûriye dagere nav Yekîtiya Ereb xebatên xwe dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin