PeyamaKurd – Rêxistina UNICEFê, nîgeraniya ji bo rewşa zarokên Iraqê nîşan da û diyar kir; ji her pênc zarokên Iraqê, çar zarok li dibistan û malê rastî îşkenceyê tên.
UNICEF ku rêxistina ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, li ser rewşa zarokan hişyarî da û bi daxuyaniyekê destnîşan kir; ji her pênc zarokan, çar zarok li malê an jî li dibistanê rastî îşkenceyê tên. Herwiha ji Hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku kesên tawanên bi vî rengî dikin, bila werin dadgehîkirin.
Ev piştî wê yekê hat, ku roja Pêncşemê, vîdyoyek li ser medyaya civakî ya Iraqê hat belavkirin, ku bavê zarokekî bi tundî îşkence li zarokê xwe dike.
Li ser vê mijarê, ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kir; biryara desteserkirinê ji bo bavê wî zarokî hatiye derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin