PeyamaKurd – Li gundê Koylukenta bi ser bajarê Rihayê otomobîla ku ji bo dawetê hatibû xemilandin, li feleka nav bajêr, otomobîleka dinê rê nedayê û kesên bi navên Veysel Turmak û Halil D., bi ajotvanê erebeya dinê re pevçûn. Pevçûn bû şer û kesê nasnameya wî nehat zanîn, bi demançê li Veysel Turmak û Halil D.xist û reviya.
Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê û tenduristiyê birandaran bi ambûlansan birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Rihayê. Veysel Turmak li nexweşxanê can da.
Polîs dixebite ku nasnama kesê kujer tesbît bike û da wî bigre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin