PeyamaKurd – Li Afxanistanê nêzê Kabîlê li bajarê Perwanê êrîşêkî bombeyî ji bo ser erebeyekî hêzên Talîbanê kirin. Cîgirê berdevkê Talîbanê Bîlal Kerîmî ji bo çapemeniyê ragihand ku nêzî navenda Perwanê li navçeya Çarîkarê êrîşê alava Talîbanê kirine.
Kerîmî ragihand ku di encama êrîşê de li deverê operasyon kirine û ji rêxistina terorê ji DEAŞ ê çend kesan kuştine û hinek ji wana bi saxî girtine. Di êrîşê de ji Talîbanê birîndar hene.
Piştî desthilata Talîbanê ya li Afxanistanê DEAŞ êrîşên xwe zêde kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin