Îmran Xan: Wê Amerîka zû an dereng Talîbanê nas bike

Îmran Xan: Wê Amerîka zû an dereng Talîbanê nas bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan got ku wê Amerîka zû an dereng rêvebiriya Talîbanê mecbûrî nas bike. Xan ragihandina xwe di TRT World ê kir û got ku naskirina Talîbanê ji aliyê Pakistanê de wê ti bandorekî neke û berya her tiştî divê Amerîka, Awrûpa, Çîn û Rûsya Talîbanê nas bike.

Xan, bang li civaka navdewletî kir û got ku Afxanistan bi temamî girêdayê alîkariya welatên derveye û divê civaka navdewletî alîkariyê bide û weha dewam kir:

“Eger civaka navdewletî alîkariya Afxanistane neke, wê krîzekî mirovî derê ortê. Piştî Amerîka welat dewrê Talîbanê kir, mêjiyê Amerîkayê tevlihev bû û niha ji bo balê bi dereka dinê de bikşîne, li sedemekî digere.

Ez li hemberê bikaranîna sîlihan me, di mijara Iraqê de jî ez li hember derketim. Tevî di êrîşa 11 ê êlûnê de ti yekî Pakistanî tevli bûyerê nebû bû jî, di şerê di bin serokatiya Amerîka de me xesarekî zêde dît.

Di şerê bi Talîbanê re, li dora 80 hezar Pakistanî hatin kuştin, deverên sînor xerab bûn û aboriya me têkbirin. Amerîka niha li yekî digere ku bike sedem û êrîş bikê.

Amerîka artêşa bi 300 hezarî perwerde kir lê nikaribû di ber Talîbanê bide û rêvebirên berê welat terkkirin. Amerîka nikare Pakistanê berpirs bigre. Me di serkeftina Talîbanê de piştgiriya Talîbanê qet nekiriye. Lê weka ji aliyê Amerîkayê de hat ceribandin, Afxanî ji derve de nikarin bên kontrolkirin.

Divê hukumetekî piralî ku temamê terefan bixe nav xwe ava bibe û hukumetekî ku pêkhateyan bixe nav xwe, ew ê were wateya Afxanistanekî bi aram û îstîqrar.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin