PeyamaKurd – Di vekolînên Keleha Zerzevan a li navçeya Çinar a Diyarbekirê de, rozetekî metal hat dîtin ku yekem diruşma fermî ya Amerîkayê li ser hebû.
Li Keleha Zêrzewan a dîroka wê digihe 3 hezar salan xebatên kolandinê yên heyama Împeretoriya Romayê berdewam dikin.
Keleha Zerzevan di lîsteya mîrateyan a UNESCO de ye û ji sala 2014an ve lêkolîn û vekolînên li ser berdewam dikin ku heta niha gelek kelûpelên dîrokî û berhem hatine dîtin.
Herî dawî jî rozeteke metalî hatiye dîtin ku serokê vekolînê mamosteyê Zanîngeha Dicleyê Doç. Dr. Aytaç Coşkun, ragihandiye ew rozet ji kûrahiya 125 santîman a sûrên rojhilatê Keleha Zerzevanê hatiye derxistin û sembola li ser rozetê jî li Amerîkayê cara yekem di sala 1782yan de hatiye neqişandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin