PeyamaKurd - Keleha Zerzevanê ya xwedî dîroka 3 hezar salan a li navçeya Çinar a Diyarbekirê, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê.
Keleha Zerzevanê di navbera navçeya Çinar a Diyarbekir û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de li serê girekî bilind e.
Dîroka wê nêzî 3 hezar salan e û di serdema Împaratoriya Romayê de wek niştingeha leşkerî hatiye bikaranîn. Keleha dîrokî di çend salên dawî de ku bûye cihê geştiyaran kete Lîsteya Derbasdar a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê.
Ji bo ku Zerzevan bikeve lîsteya UNESCOyê Platforma Turîzmê ya Odeya Baziraganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Diyarbekirê di meha çileya 2020an de serî li UNESCOyê dabû.
Li kelehê hê jî kolandina arkeolojîk didome. Di kolandina sala 2018an de Perestgea Mîthras derketibû holê û bi vê perestegê ketibû rojevê. Di sala 2019an de 350 hezar kes çûne serdana Keleha Zerzevanê. Tê diyarkirin ku wê lêkolîn û kolandinên Keleha dîrokî heta 50 salan bidome.
Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman li ser ketina lîsteya UNESCOyê ji Ajansa MAyê re wiha gotiye: “Li wir dîrokek hêj baş nayê zanîn heye. Hêj li bendê ye ku dîrokek veşartî derkeve holê. Em spasiya xwe ji ekîba kolandinê re jî dikin. Li gel vê biryara erênî ya UNESCOyê pêwîste were rexnekirin jî. Wek ku hûn dizanin tevî hemû bangên ji bo UNESCO hat kirin jî bêdeng ma û ji bo navçeya Sûrê ya di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê de cih digire xemsar ma. Ji pêvajoya şer heta niha cara ewil bû ku dê Sûrê ziyaret bikirina. Lê ji ber şewba koronayê plansaziya wan hat taloqkirin. Em hemû bûn şahid ku UNSECO berpirsiyariya xwe ya li Sûrê pêk neanî. Pêwîste UNESCO hin bêtir xwedî li cihê hin xistiye bin parastina xwe derkeve û bêxwedî nehêle.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin