PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Çinarê li gundê gundê Koxanê ( Alancık)ê du malbatên eqrebayên hev li ser pirsgirêka arazî bi dar û keviran li hev xistin. Di pevçûnê de 10 kes birîndar bûn. Malbatên li hev xistin paşnavên wan yên Tirkî Solmaz û Çetiner in
Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar cendrime û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan û cendirme rêyên çûn û hatina gund girt.
Ji bo îfadên wan bigrin hinek gumanbaran birin qereqolê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin