Li Îranê di merasima bîranîna Abulfazî Paydar de malbatê xistin bin çav

Li Îranê di merasima bîranîna Abulfazî Paydar de malbatê xistin bin çav

PeyamaKurd – Rayedarên Îranê li Sabzewarê, di serê salê de di çalakiyan de Abulfazî Paydar ku hatibû kuştin û malbata wî xwest merasima bîranîna wî çêbike. Hêzên asayîşa Îranê di merasima roja jidayîkbûna wî de 3 kes ji malbatê xistin bin çav.

Li gor agahiyên Hengawê bi dest xistiye; hêzên hukumeta Îranê, di wexta merasima Abulfazî Paydar de, li bajarê Sabzewarê, nehiştina merasim bibe, avêtine ser ciyê merasimê û bi şiddetê kesên tevî merasimê bûne girtine.

Di nav girtiyan de, kesên nasnama wan diyare Farzaneh Parvaneh, Amirhossein Paydar û Saîd Parvaneh in ku ew jî diya Abulfazî, xwuşka wî û mamê wî ne. Piştî ew xistine bin çav, wan birine zîndana navendê ya Torbat-e Heydarieh.

Rayedar nahêlin parêzer an kesekî dinê wan bibîne û 4 roje girtîne.