PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Ebûdî, beriya lûtkeya Bexdayê ya 1ê Kanûnê ku serkirdeyên Kurd jî beşdarî dikin, li Tehranê bi Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Muhsîn Rezayî re civiya.
Qasim Ebûdî di civînê de tekez kir ku Bexda rê nade xak û asmanê Iraqê ji bo ti cure çalakiyekê li dijî Îranê yan cîranên wê yên din werin bikaranîn.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku Iraq pabendî cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya navbera her du welatan e û ji bo bicihanîna hemû bendên wê xwedî îradeya temam e.
Li gorî zanyariyên ku medyaya Îranê belav kirine, Ebûdî careke din tekez kir ku Bexda pabendî parastina asayişa hevbeş û rêgirtina li bikaranîna xaka welêt a li dijî cîranan e.
Li hemberî vê yekê, Muhsîn Rezayî tekezî li ser pêwîstiya wê yekê kir ku bandora neyînî ya aliyên derve ji ser hevkariya aborî ya navbera Iraq û Îranê were dûrxistin. Rezayî her wiha ragihand ku Iraqeke serbixwe, bihêz û pêşkeftî dikare bibe yek ji bingehên sîstemeke nû ya asayişê li herêmê.
Ev yek di demekê de ye ku duh Şemiyê, 28ê Mijdara 2026an, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Ebûdî bi serokatiya şandeyeke ewlehiyê gihiştibû Tehranê.