Li Tehranê civîna çarqolî ya Tifaqa Mekeyê hat lidarxistin

Li Tehranê civîna çarqolî ya Tifaqa Mekeyê hat lidarxistin

PeyamaKurd - Nûnerên asta bilind ên welatên Tifaqa Parastinê ya Mekeyê ku ji Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî pêk tên, ji bo gotûbêjkirina mijarên ewlehiya herêmê li paytexta Îranê Tehranê bi rayedarên îranî re hatin cem hev.

Di civîna çar alî de ku Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Serokê MÎTê yê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalın jî tevlî bûn, tê payîn ku ewlehiya herêmê, encamên êrîşên leşkerî û alîkariyên ji bo gelên Filîstîn û Lûbnanê werin gotûbêjkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî beriya civînê diyar kir ku polîtîkayên berfireh ên Îsraîlê û bandora êrîşên leşkerî yên Amerîkayê yên li ser ewlehiya herêmê dê bibin mijarên sereke yên rojeva civînê. Ev hevdîtina asta bilind di demekê de pêk tê ku aloziyên li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.