PeyamaKurd - Partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PDK-Î, Komela û PAK) daxwazên Tehranê yên bo teslîmbûn an jî dersînorkirina ji Iraqê red kirin.
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Heme Nezîf Qadirî ji Rûdawê re axivî û ragihand ku çekên wan ji bo parastina tevgera Kurdî û rêgirtina li komkujiya gelê Kurdistanê ne, ji ber vê yekê ew bi ti awayî fikra çekdanînê nayînin ser ziman.
Ev bertek piştî wê yekê hat ku Balyozê Îranê li Bexdayê Mihemed Kazim Elî Sadiq îdîa kir ku li ser dersînorkirin an radestkirina van grûpan ligel Iraqê lihevkirin çêbûye.
Qadirî diyar kir ku saziyên fermî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ew ji ti biryareke wiha agahdar nekirine û tekez kir ku ew ji bo xebata leşkerî xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bi kar nayînin û rêzgirtina xwe ya ji bo serweriya herêmê diparêzin.
Herwiha Qadirî destnîşan kir ku statûya wan di çarçoveya mafên penaberên siyasî de ye û bang li Bexda, Hewlêr û Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) kir ku erkên xwe yên mirovî yên li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan cîbicî bikin û rûbirûyî destwerdanên Îranê bibin.