PeyamaKurd - Geştên balafiran ên rasterast ên di navbera bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê û paytexta Îranê Tehranê de bi fermî dest pê kirin.
Balafira yekem a rêwiyan ji Tehranê firiya û li Balafirgeha Ferît Melen a Wanê danî.
Rêwiyên ku geşta ewil pêk anîn ji aliyê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva û berpirsên herêmî ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Takva diyar kir ku ev geşt ji bo binesaziya geştyariyê û pêwendiyên aborî yên li gel welatên cîran gaveke girîng e û ragihand ku armanca wan ew e ku piştî 777 hezar geştiyarên sala borî, îsal vê hejmarê bigihînin milyonekî.