Geştên hewayî di navbera Hewlêrê û Tehranê de ji nû ve dest pê dikin

Geştên hewayî di navbera Hewlêrê û Tehranê de ji nû ve dest pê dikin

PeyamaKurd - Piştî zêdetirî du mehan, geştên hewayî di navbera balafirgehên Hewlêrê û Tehranê de ji nû ve dest pê dikin.

Rêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar roja Înê 1ê Gulana 2026an ji K24 re ragihand ku geştên hewayî yên di navbera balafirgehên Hewlêrê û Tehranê de, ku ji ber şerê di navbera DYA û Îsraîl û Îranê de zêdetirî du mehan hatibûn rawestandin, îro ji nû ve dest pê dikin.

Hoşyar zêde kir ku şîrketên hewayî jî wê vegerin ser karê xwe.

Wî destnîşan kir ku biryara ji nû ve destpêkirina geştan piştî misogerkirina ewlehiya geştan û rêwiyan hatiye dayîn û tê payîn ku geştên hewayî yên di navbera Balafirgeha Celal Talabanî ya li Silêmaniyê û Tehranê de jî di çend rojên pêş de ji nû ve dest pê bikin.

Li gorî bernameya geştan, wê di navbera Hewlêrê û Tehranê de heftê du geşt û di navbera Silêmaniyê û Tehranê de jî heftê carekê geşt hebe.