PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Çinarê otomobîla ku F.I. dajot ya jimara wê 73 AAU 639 li ser rêya Diyarbekir-Batmanê li gundê Hiccetiyê (Başaklı) li otomobîla ku A.K. dajot ya jimara wê 34 GMB 549 e, li hev ketin.
Di qezayê de her dû ajotvan û 5 kesên din birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê qezayê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên der û li dorê.