PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Zonguldakê li navça Ereğliyê midibusa ku karkeran hildigirt li otomobîlekî xist û di encamê de 13 kes birîndar bûn.
Qeza li dora seet 16.00an de çêbûye. Dema qeza çêdibe, ajotvanê otomobile İbrahim A., ajotvanê midibusê Erşan A. û 11 karkerên di midibusê de birîndar dibin.
Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanên li der û dorê. Rewşa birîndaran baş e.